GIRTiYEN AZADIYê
Generalekî tirsonek zalimekî bê însaf
Dîwaren qalind bê pencere avakir
Dergihên hesinî bi quflên pola dadan
Zindanên bin erdê zindanên sarî tarî
Bi hostayiya sedsala bîstan pekanî û li
Ber dergeh peyeyên bê mêjî
Mirovên potîn res gerdeyanên robot raçikan
Welat hezekî ser hişk, ko carekî got na êdî bese
Li vê keleha zerhî kire mihvan
General hertişt je stand serbestî çek dê û bav xûşk û bıra
Jê stand roj û xewnên şêrîn ronahî jê stand
Lê ma behwerî
Lêdan dane kehrebê hilweşandin kor
Kirin şûtandin diran rakişandin
Neynûk rakişandin namûs hingavtin
Marşen sofînî pê dane xwendin
Pîsî pê dane xwarin, lê çekê wî dawî
Behwenya wî nehejandin
Şeveke havîna germ heyv li ezmana di
Bişirî û stêrkaw xwe bi ser Herekorê û
Geverê de
Bi hisret newq dikir wê şevê
Dengê gula tivinga pêşmerge ji Geverê
firî û li Diyarbekirê danî
Dîwarên qalin çirand û mızgînî anî ji
Girtîyên azadîyê re
Söz: Goran HACO
Muzîk: Ciwan HACO